• Saturday, 14 February 2026
logo

Barzanî: Em dê çekên giran û pêşkeftî bidin Pêşmerge

Barzanî: Em dê çekên giran û pêşkeftî bidin Pêşmerge
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî gihişte navçeya Xaneqînê.

Berî bîstekê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzabî ligel şandekê ji berpirsê ewlekarî û asayişê yên Herêma kurdistanê gihişte navçeya Xaneqîn a ser bi îdareya Germiyan ve û biryare ku serdana Hêzên Pêşmerge li sînorê bajarokê Seidiye û Cewlewayê bike.

Di gotarekê de li Xaneqînê, Barzanî ragihand ku, di demek kurt de ew dê çekên giran û pêşketî bo Hêzên Pêşmerge peyda bikin û terrorist nikarin morala Pêşmerge bişkênin.

Ev serdana Barzanî di çarçoveya zincîreyek serdan de ji roja yekem a cejna Remezanê ve tê ku tê de serdana Hêzên Pêşmerge li ser eniyên şer dike.

Rudaw
Top