• Saturday, 14 February 2026
logo

35 Kurdên Şebek ji aliyê DAİŞ’ê ve hatin revandin

35 Kurdên Şebek ji aliyê DAİŞ’ê ve hatin revandin
Hat ragehandin ku vê sibê çekdarên grûba radîkal a binavê Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ) 35 Kurdên din ên Şebek ber bi cihekî nediyar ve revandine.

Di vê derbarê de çavkaniyeke ewlekariyê agahî dan BasNewsê û got: ‘’35 Kurdên Şebek ên taxa Cezaîr a bajarê Mûsilê ji aliyê DAİŞ’ê ve hatine revandin ku hejmarek zarok jî di nav wan de ne û heta niha jî çarenivîsa wan nediyar e.’‘

Ji wê dema ku di 10’ê Hezîranê de çekdarên DAİŞ’ê Mûsil kontrol kirine û heta bi dehan Kurdên Şebek hatine revandin, bi sedan jî hatine kuştin ku heta niha jî çarenivîsa yên hatine revendin nediyar e.

Ji aliyekî din ve jî di şerekî navbera hêzên Kurdên Êzdî û çekdarên DAİŞ’ê de li qezaya Şingalê ser bi parêzgeha Mûsilê 24 çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ) hatin kuştin.

Derheqa wan şer û pevçûnan de ji polîsên Şengalê Komîser Xêro Ednan ji BasNewsê re got: ‘’Hêzeke Kurdên Êzdî bi hevkariya mifrezeyeke taybet îstîxbarata leşkerî êrîşeke çekdarên DAİŞ’ê bo ser qezaya Şingalê pûç kirin û di encam de 24 çekdar hatin kuştin û 4 otomobîl jî hatin şewitandin.’‘

Komîser Xêro wiha axifî: ‘’Çekdarên DAİŞ’ê hewl didin ku Şengalê kontrol bikin, lê ji ber ku Hêzên Pêşmerge li derdora qezayê bicîh bûne hemû êrîşên wan vala tên derxistin û nikarin nêzîkê Şingalê bibin.’‘

Qezaya Şingalê ser bi parêzgeha Mûsilê di birêjahiya 124 kîlometreyan dikeve rojavayê parêzgehê û piraniya daniştvanên wê Kurdên Êzdî ne, ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve tê parastin û gelek koçberên Mûsilê jî berê xwe dane wê navçeyê û li wir bicîh bûne.’‘
Top