Li ser dosyeya neftê hikûmeta herêma Kurdistanê nameyek da dadgeha Teksas
- Advokatên hikûmeta herêma Kurdistanê nameyek ji dadgeha Teksas re şandiye û tê de nerastiyên hikûmeta federal a Îraqê eşkere dike. Hikûmeta federal a Îraqê gilînameyek dabû dadgeheke Teksas daku ji bona destbiserdagirtina ew nefta hikûmeta herêma Kurdistanê li gor destûr û qanûnê Îraqê bi awayekî qanûnî berhema anîye, hinardekiriye û firotiye, fermanekê derbike. Di nameya hikûmeta herêma Kurdistanê de tê gotin ku, hikûmeta herêma Kurdistanê dê çend gilînameyên qanûnî li dijî hikûmeta federal a Îraqê tomar bike.
- Hikûmeta federal a Îraqê li dadgehên derve û li dadgeha balaya Îraqê hewil dide hindek mafan bi dest bixe ku, ew di destûrê Îraqê de ji bo hikûmeta federal nehatine diyar kirin. Hikûmeta Îraqê nikare wan şikayetan di berjewendiya xwe de bibe ji ber ku me, li gor wan mafên herêma Kurdistanê yên di destûra Îraqê de hatine diyar kirin, ew nefta xam bi awayekî qanûnî berhem aniye, barkiriye, hinartiye û firotiye.
Hewramî got jî ku, gelek qerzên wan li ba hikûmeta Îraqê hene û li gor destûr û qanûnên îraqî divê Îraqê wan qerzan bide û hikûmeta herêma Kurdistanê amdeye li pêş her dadgeheke derve ku, hikûmeta Îraqê lê şikayetê bike, amade bibe.
