• Saturday, 14 February 2026
logo

Serok Barzanî serdana bereyên rubirûbûnê ya li bereya Rojavayê Dîcle kir

Serok Barzanî serdana bereyên rubirûbûnê ya li bereya Rojavayê Dîcle kir
Duh çarşem 30/07/2014 li sêyem roja cejna Remezana pîroz da birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandekî bilinda berpirsên serbazî û emnî yên Herêma Kurdistanê, serdana hêzên Pêşmerge yên li bereyên rubirûbûnê li bereya Rojavayê Dîcle kir, ku bi mebesta pîrozkirina cejn û hal pirsîn û agahdarbûna Serok Barzanî ji rewşa hêzên Pêşmerge hate encamdan.

Li vê serdanê de, Serok Barzanî yek ji baregehên hêzên Pêşmerge ya li bereya Rojavayê Dîcle gotarek pêşkêş kir û li gotara xwe de pîrozbahiya cejnê li Pêşmergeyan kir û spasiya xweragirî û ked û xebata Pêşmerge kir û ragihand: Me tu demekî nexwestiye te'edayê li kesek bikîn, li dema tehdîdan de Pêşmerge hemû demê amade buye bergiriyê li welatê xwe bike.

Li beşekî dinê gotara xwe de, Serok Barzanî balkişand li ser rola qehremananeya hêza Pêşmerge û eve jî xisterû, ku Pêşmergayetî erkekî pîroze û dîrok û paşarojê ji bo gelê xwe dirust dike. Ewê bibê Pêşmerge herdem bîra wê yekê dike ku welatê xwe biparêzê.

Li dirêjahiya axaftina xwe de, Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ev rewşa niha li holê daye demkiye û bi dawî dibe, lê belê li gel ewe jî pêwîste hêza Pêşmerge li amadehiyeke temam da bê. Ji bo vê mebestê jî bi hemû awayek palpiştiya hêzên Pêşmerge dibîn.

Serok Barzanî her li gotara xwe de daxwaz ji hêza Pêşmerge kir, her wekî çawa xelkê Herêma Kurdistanê diparêzin, bi vî awayî jî xuşk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê jî biparêzin û hevkariya wan bikin.

Li dawiya axaftina xwe de Serok Barzanî hêvî ji xwedayê mezin kir ku şehîdên Pêşmerge bi bihûşta fireh şad bike û birîndar jî bi zûtirîn dem baş bibin û hêviya serkeftinê jî ji bo Pêşmergeyên qehreman xwest.

Her wiha ji aliyê berpirsên meydanî yên amadehiya hêza Pêşmerge ve rewşa meydanî ya bereyên rubirûbûnê ji bo Serok Barzanî hate ragihandin.

Hêjayî gotinêye ku Serok Barzanî li vê serdanê de parêzgeha Dihokê raspard bi bê cûdahiya olî û mezhebî û neteweyî xizmet û hevkariyê pêşkêşî xelkê navçeyên Rojavayê Dîcle bike, ku ev demeke li rewşeke xerab dane û ji aliyê terorîstan ve av, kehrebe û xizmetguzarî li wan hatiye birîn.
Top