• Saturday, 14 February 2026
logo

Amerîkayê derbarê meaşê Kurdistanê de hişyarî da Malikî

Amerîkayê derbarê meaşê Kurdistanê de hişyarî da Malikî
Amerîkayê derbarê qutkirin û neşandina meaşê fermanberên Herêma Kurdistanê de hişyarî da serokwezîrê karbirêker ê İraqê Nûrî Malikî û nerazîbûna xwe anî ziman.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehand ku ji serokwezîrê karbirêker ê İraqê Nûrî Malikî re gotine ku ew nîgeran in li beramber qutkirina meaşê fermanberên Herêma Kurdistanê û divê ew biryar bê hilweşandin.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Brett H. McGurk bal kişand ser budceya giştî ya İraqê ku dê di van nêzîkan de li Parlamentoya İraqê were gotûbêj kirin û got: ‘’Ew budce zêdeyî 120 milyar dolarên Emerîkî ye û pişka Herêma Kurdistanê 17 milyar e û digihe Herêma Kurdistanê.’‘

McGurk tekez kir ku biryara qutkirina meaşê fermanberên Herêma Kurdistanê ku ji ber nakokiyên li ser petrolê hatiye derxistin, bi hîç awayekî nayê qebûlkirin û di vê derbarê de hişyarî dane hikûmeta Bexdayê.

Basnews
Top