• Saturday, 14 February 2026
logo

‘Gelê Kurd ji bo demokratîkbûnê pêşengiyê dike’

‘Gelê Kurd ji bo demokratîkbûnê pêşengiyê dike’
Namzedê Serokkomariya Tirkiyê û Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan Selahattîn Demirtaş ragehand ku gelê kurd li Tirkiyê ji bo demokratîkbûnê pêşengiyê dike.

Namzedê Serokkomariya Tirkiyê û Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş got: ’Ez li meydana Hekariyê niha bangî her kesî dikim. Em dibêjin li ser vê axê em hemû wek birayan milê xwe bidin hev û bi hev du re bijîn. Em dixwazin ku li ser axa xwe em wek merivan bijîn.’

Demirtaş, Pervîn Bûldan, Alîkara Serokê Giştî Meral Daniş Beştaş, Parlementerê Hekariyê Esat Canan û Adil Zozanî li ber Şaredariya Hekariyê beşdarî merasima cejnê bûn. Demirtaş li vir axaftinek kir û got ku hêviya wan ew e bi vê cejnê re êdî dawî li xwînrijandin û şer bê.

Demirtaş diyar kir ku ew di nav siyaseta Kurdan de mezin bûye û siyasetmedarekî Kurd e û wiha axifî: ‘‘Hinek kes naxwazin ji ber vê taybetiyê ez hilbijartina serokkomariyê qezenc bikim. Hinek kes dibêjin kesekî ku eslê xwe înkar nake û dibêje ez Kurd im, dê çawa bibe Serokkomar.’

Demirtaş destnîşan kir ku ji sedî 60’ê gelê Hekariyê bêkar in, gundên wan hatin valakirin, xaniyên wan hatin hilşandin, lê dîsa jî destê biratiyê direjî hemû Tirkiyê dikin û wiha pêde çû: “Kî dibe bila bibe, ew kesên ku ji diziyê dûr disekinin, bi keda xwe debara xwe dikin û bi şerefa xwe dijîn, divê vî destî bigrin. Em dewleteke ku di rêvebiriyê de li me zilm û neheqiyê dike naxwazin. Eger em hemû vê bêjin dê pêşiya Tirkiyê vebe. Çima Kurdek nebe serokkomar? Em Kurd tu wextê nabêjin gelo rêvebirên me Tirk e yan Kurd e. Me got gelo dadperwer e yan na. Em li dijî zilmê derketin. Me negot ku çima walî Tirk e. Evna ne girîng e, tiştê girîng ew e ku dadperwer e yan na, demokrat e yan na, em li vê dinêrin. Lê ku ez dibim namzed çima li van tiştan dinêrin. Gelê Kurd li Tirkiyê ji bo demokratîkbûnê pêşengiyê dike.”

Demirtaş şerê ku beriya cejnê li Hekariyê di navbera du eşîran de derket nirxand û tekez kir ku kes ji vê rewşê nememnûn e û axaftina xwe wiha qedand: ‘‘Li Hekariyê di vê mijarê de bar dikeve ser milê her kesî û em dê rê nedin bûyerên wiha.’‘

Basnews
Top