• Saturday, 14 February 2026
logo

Nûçeya revandina 6 pêşmerge hat red kirin

Nûçeya revandina 6 pêşmerge hat red kirin
Nûçeya revandina 6 pêşmergeyên Zêrevanî li ser sînorê Mûsilê hat red kirin.

Fermandeyê fewca Zêrevanî li navçeya Gogcelîlî ya ser bi bajarê Mûsilê ve, Seyid Şukir ji Tora Medyayî ya Rûdawê got: “Ez bi xwe li xala sînorî ya dawî ya Hêzên Pêşmerge me û çekdarên DAÎŞê beramber me ne, ti pevçûnek çênebûye û ti pêşmergeyek jî nehatiye revandin.”

Seyid Şukir da zanîn jî ku: “Ew nûçeyên ku hatine belavkirin dûrî rastiyê ne û bo daxistina morala Pêşmerge ne.”

Îro, 29ê tîrmehê, çend çavkaniyên medyayî yên Iraqê belav kirin ku 6 Pêşmerge ji hêzên Zêrevanî ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve li navçeya Gogcelîlî hatine revanidn û çarenivîsa wan nediyare.

Rudaw
Top