Serok Barzanî serdana hêzên Pêşmerge yên li bereya Musil kir
Li vê serdanê de şandekî bilinda emnî û serbazî li gel Serok Barzanî bûn, ku ji rêzdar Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Mistefayê Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge, Zeîm Elî, Şêx Ce'fer, Hemîd Efendî û hejmarek fermande û berpirsên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê pêkhatibûn.
Li gotarek de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ji bo cejna pîroz û hal pirsîn û agahdar bûna ji rewşa meydanî ya bereyê hatiye, her wekî çawa doh jî serdana birayên Pêşmergeyên li bereya Kerkûkê kiriye. Her li gotara xwe de spasî xweragirî û canfedayî ya Pêşmerge kir, ku li rojên teng da amadeye bi canê xwe bergiriyê li welat bike û balkişand li ser wê yekê ku li wê bergirîkirinê da polek Pêşmerge şehîd û birîndarbûne û got: Ji xwedayê mezin hêvîdarîn şehîdan bi bihûşta fireh şad bike û şîfayê bide birîndaran jî.
Her li vê gotarê de Serok Barzanî hemû palpiştiyekî ji bo hêza Pêşmerge dûpat kir û balkişand li ser wê yekê ku her çi li şiyana me ya palpiştî û hevkariyê ji bo Pêşmerge bê dikin û eve jî dûpatkir, ku li ser destê Pêşmerge Kurdistan digihe paşarojeke geş. Li dawiyê de carekî din pîrozbahiya cejnê li wan kir û spasiya wan jî kir û hêviya serkeftinê li erkên wan da xwest.
