• Sunday, 15 February 2026
logo

‘Hikûmeta bê ya İraqê daxwazên Kurdan cîbicîh nake’

‘Hikûmeta bê ya İraqê daxwazên Kurdan cîbicîh nake’
Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman ragehand ku li İraqê hîç kesek destûrê cîbicîh nake û tişta di çar salêb borî de jî qewimî ne tenê xeletiya Nûrî Malikî bûye.

Derbarê cîbicîhkirina daxwazên Kurdan de ji aliyê hikûmeta bê ya İraqê ve, Mehmûd Osman got: ‘’Heta niha tu fraksyonek nehatiye rasipardin bo pêkanîna hikûmetê heta Kurd jî daxwazên xwe pêşkêş bikin bo beşdarbûnê, lê eger mercên pêşwext ên Kurdan jî hebin nayên cîbicîh kirin ji ber li İraqê hîç kesek pêbendê destûrê nabe, loma wiha xwiya nake ku tu garantiyek hebe bo cîbicîhkirina daxwazên Kurdan.’‘

Osman wiha axifî: ‘’Ew hemû krîzên ku di çar salên borî de di navbera Hewlêr û Bexdayê de derketin tenê ne xeletiya Malikî bû, xeletiya Kurdan jî hebû û li İraqê kes pêbendê destûrê nebûye. Herwiha bawer nakim vê carê Kurd bi namzetbûna Malikî razî bibin, eger razî bibin û Malikî bibe serokwezîr Kurd şaşiyeke mezin dikin.’‘

Basnews
Top