Firat ji AK Partiyê îstifa kir
Dengir Mir Mehmet Firatê ku ji damezrênerên AK Partiyê ye, ji ber lihevnehatina hilbijartina serokokmariyê, ji partiya xwe îstifa kir.
Firat di daxuyaniya xwe ya nivîsîkî de got, ji ber endametiya xwe ya AK Partiyê, hetanî îro min gelek rastî ne anîn ziman. Û wiha dewam kir:
“Lê belê ji ber şert û mercên îroyîn, di wê baweriyê de me ku giraniya vê berpirsiyariya manewî heye. Ji ber vê jî ez ji endametiya AK Partiyê îstifa dikim. Di demê pêş de ez dê bi awayekî berfireh daxuyaniyê bidim.”
Ev demeke dirêj bû, Firat cihgirê serokatiya AK Partiyê yê giştî bû û di hinek mijaran de ne li ser fikra partiya xwe bû.
Firat herî dawî, ragihandibû ku ew dê di hilbijartinên serokomariyê de piştgiriya Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş bike.
Rudaw
