• Saturday, 14 February 2026
logo

Serok Barzanî serdana hêzên Pêşmergeyên li mîhwera Kerkûkê kir

Serok Barzanî serdana hêzên Pêşmergeyên li mîhwera Kerkûkê kir
Duh dûşem 28.07.2014 li yekem roja cejna Remezana pîroz da birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana bereyên rûbirûbûnê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yên li mîhwera Kerkûkê kir.

Li beşekî vê serdana meydanî da Serok Barzanî serdana yek ji baregehên hêza Pêşmerge yê li navçeya Dubiz kir û ji aliyê hejmarek berpirsên serbazî û siyasî yê bilindê Kurdistanê ku ji Mistefayê Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge û Hemeyê Hacî Mehmûd Berpirsê Mîhwera Kerkûkê ya hêzên Pêşmerge û Şêx Ce'fer Şêx Mistefa û her wiha hejmarek ji berpirs û fermande û efserên serbaziya pêkhatibûn pêşwaziyê lê kirin û li civîneke li gel hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de di destpêkê de Wezîrê Pêşmergeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gotareke kurt da bi xêrhatina Serok Barzanî kir û balkişand li ser wê yekê ku hêzên Pêşmerge gelek bi başî xwe rêkxistine û qehremanane amadeyê bergirîkirina Kurdistanê ne.

Paşê Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û li gotara xwe de ragihand ku min bi erkê xwe zaniye li yekem roja cejna Remezana pîroz da serdana we bikim û spastiya we bikim û li şûna hemû xelkê Kurdistanê pîrozbahiya cejnê li we bikim. Serok Barzanî behsa rola hêzên Pêşmerge kir û balkişand li ser wê yekê ku Pêşmerge niha dîrokê dirust dike û paşarojê jî ji bo gelê xwe ava dike û eve jî şerefekî mezine û got: "Hun xwe feda dikin bo ku gelê Kurdistanê bi azadî û serbestî bijî". Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de spasiya ked û xebat û qehremaniya hêzên Pêşmerge kir ku ew zehmet û qehremanî wiha dike nifşên pêş de bi azadî û serbestî bijîn û ragihand ku Pêşmerge amadeye bi navê dozekî rewa da rûbiruyê mirinê bibê û ewe şikest û batalxistine bi hemû hewlek ku wiha bawerin Kurd bawerî bi xwe nîne. Erkê Pêşmerge erkekî pîroze û gelê Kurdistanê jî gihîştiye qonaxekî gelek baş û serkeftina yekcarekî jî nêzîke.

Serok Barzanî eve jî xisterû ku hez dikir serdana hemû mîhweran û senger bi senger serdana hêzên Pêşmerge kiriba û dûpata ewe jî kir ku bi hemû şiyanek ve palpiştê Pêşmergene û ewê li şiyana wan bê ji bo hêza Pêşmergeyê Kurdistanê dikin.

Her li vê serdanê de fermande û berpirsên serbaziyên hêza Pêşmerge Serok Barzanî ji rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûnê û rewş û guzerana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya Mîhwera Kerkûkê agahdar kir.
Top