• Saturday, 14 February 2026
logo

Demirtaş: Eger yê xwe firotî ez bim çima pere li cem te ne?

Demirtaş: Eger yê xwe firotî ez bim çima pere li cem te ne?
Erdogan di mîtînga xwe ya Amedê de ji Demirtaş re gotibû “wî xwe firotiye.” Demirtaş jî bi pirsekê bersiv da gotina Erdogan: “Eger yê xwe firotî ez bim çima pere li cem te ne?”

Namzedê serokomariyê û Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di mîtînga xwe ya li Amedê de bi gotinên tûj ser nazmzedê serokomariyê û Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş de çûbû.

Erdogan di mîtînga Amedê de gotibû: “Demirtaş derbarê dayikên ku zarokên xwe ‘hatine revandin’ de digot, wan pere ji îstixbaretê standine, ji ber wê vê çalakiyê dikin. Dibe ku te bixwe xwe firotî be, lê belê ew dayik ne wisa ne.”

Demirtaş jî li Izmîrê di beşdarbûna xwarina fitarê de, bi heman tûjiyê bersiva tawanbariyên Erdogan da: “Gel dizane çi çiye û dê bersiva vê jî înşeleh di hilbijartinan de bide. Lê ez dixwazim vê bipirsim; yê ku xwe firotî ez bim çima pere li cem te ne?”

Herwiha Demirtaş ragihand ku Erdogan kampanyaya xwe ya hilbijartinê bi derfetên dewletê pêk tîne û wiha dewam kir:

“Li beramberî qanûnan em her sê jî xwediyê heman mafan in. Lê belê tu bi balafirên dewletê yên taybet bikar tînî û te TRT jî kiriye bin xizmeta xwe de. Eger tu wisa xebatên xwe bimeşînî, ev berî her tiştî têgehiştina te ya demokrasiyê nîşan dide.”

Hilbijartinên serokomariyê yên 10ê tebaxê de sê namzed hene; Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, Ekmeleddin Ihsanoglu û Selahattin Demirtaş. Eger ji namzedan ti kes di dora pêşîn de ji %50ê dengan nestîne, dê dora duyemîn di 24ê tebaxê de çêbe.

Li Tirkiyê yekem car, serokomar ji aliyê gel ve tê hilbijartin.

Rudaw
Top