• Sunday, 15 February 2026
logo

Malikî daxwazeke Qasim Silêmanî red kir

Malikî daxwazeke Qasim Silêmanî red kir
Fermandeyê Artêşa Qudis a Îranê daxwaz ji serokwezîrê karbirêker ê İraqê Nûrî Malikî kir ku dest ji postê xwe berde, lê Malikî qebûl nekir ku dest ji postê serokwezîr berde.

Hevdîtina dawî ya Nûrî Malikî û Qasim Silêmanî hêmayeke ku êdî Komara Îslamî ya Îranê jî wek caran ne pêdagir e ku Malikî li ser desthilatê bimîne. Li gor rojnameya Washington Post a Amerîkî, Malikî daxwaza Qasim Silêmanî red kir ku dest ji postê xwe berde.

Berpirsên payebilind ên İraqê ji Washington Post re gotin: ‘’Malikî di hevdîtina dawî ya ligel Fermandeyê Artêşa Qudis a Îranê Qasim Silêmanî de ew daxwaza Îranê red kir ku dest ji postê serokwezîr berde.’‘

Malikî pêdagir e li ser wêya ku cara sêyem bibe serokwezîr û roja înê merce’ê Şîeyên İraqê Elî Shistanî jî di gotara înê de daxwaz ji Malikî kir ku dest ji postê xwe berde û xwe bi wî kursî ve nedaleqîne.

Li gor çavdêrê siyasî, Malikî qet naxwaze dest ji postê xwe berde û yek ji mebesta wî jî ku serdana serokkomarê berê yê İraqê Celal Talebanî kir ew bû ku Îran û aliyên din ên siyasî razî bike da li cihê xwe wek serokwezîr bimîne. Lê heta niha Kurd, Sunne û piraniya Şîeyan jî naxwazin ku careke din Malikî bibe serokwezîr.

Basnews
Top