Hemas û Îsraîlê agirbest ragihandin
Berdevkê wezareta tendirustiya Filistînê ragihand ku 35 termên Filistinyan ku di encama êrişên asmanî ya balafirên Îsraîlê û tangan hatine kuştin li gelek navçeya Xezayê hatine rakirin.
Artêşa Îsraîlê îro danê sibehê teqez li wê yekê kir ku ewê pabendî agirbesta mirovî li kerta Xezayê bin ku dê di demjimêr 8.00 sibeha îro 26/7/2014 destpê dike û ta 8:00 êvarê dom dike.
Ji aliyê xwe ve jî Hemasê li ser rawestandina şer bo 12 demjimêran pejirandiye.
Xendan
