• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Amedê xwepêşandana piştgiriya serxwebûnê pêk tê

Li Amedê xwepêşandana piştgiriya serxwebûnê pêk tê
Li bajarê Amedê, bi sedan xwepêşandar, bo piştgiriya serxwebûna Kurdistanê derdikevin meydanê.


Xwepêşandan dê îro li pêş mizgefta Ulu Camiyê destpêbike û li vir daxuyaniyek werê xwendin.


Muhittin Batmanlı, ku yek ji rêxerên xwepêşandanê ye ji Tora Medyayi ya Rûdawê re got: "Xwepêşandan bi ala Kurdistanê tê encamdan û çavlirê ye ku hejmareke zede ji şêniyên bajarê Amedê û Bakurê Kurdistanê beşdarî xwepêşandanê bibin."


Li gor zaniyariyên Tora Medyayı ya Rûdawê daxuyaniya ku di xwepêşandanê de bê xwendin, dê bal bikişîne ser du xalan. Xala yekem piştgiriya referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ye. Xala duyem ji li ser şermezarkirina kiriyarên rêxitsina DAÎŞê ye.


Herwiha Batmanlı da zanin ku: "Hejmarek zêde ji rêxistinên civaka sîvîl û partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê bi hevbeşî ev xwepêşandan li dar xistine. Tenê Partiya Herêmên Demokratik (BDP) ne beşdar e."
Top