Li Celewlayê di şerê DAIŞê de 8 pêşmerge şehîd bûn
Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, ji şeva borî ve li bajarokê Celewlayê bi taybet li taxên Wehde û Tecnîdê şerekî giran di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên pêşmerge de derketiye.
Li gorî agahiyan, heta niha 8 pêşmerge di wî şerî de şehêd bûne û 19 pêşmerge jî birîndar bûne.
Her wiha hat zanîn, ew tax û deverên Celewlayê yên ketibûn destê pêşmergeyan dîsa ketin destê DAIŞê.
Ti agahiyek li ser kuştiyên DAIŞê nehatiye ragihandin.
Rudaw
