• Saturday, 14 February 2026
logo

Jiyanameya heştemîn serokomarê Iraqê

Jiyanameya heştemîn serokomarê Iraqê
Endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û namzedê Kurdan bo serokomariya Iraqê Fûad Mehsûm wek serokomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin.


Parlementoya Iraqê îro dengdan li ser hilbijartina serokomarê nû yê Iraqê da, bo kursiyê navborî jî 5 kesan xwenamzed kiribûn.

Di gera yekem a dengdanê de, her yek ji Fûad Mehsûm û Henan Fetlawî piraniya dengan bidest xistin, lê hejmara dengên wan negihîşt astê yasayî yê pêwîst bo serkeftinê di hilbijartinan de, bi awayekî ku Fûad Mehsûm 175 deng û Henan Fetlawî 37 deng bidest xistin, li gor destûra Iraqê jî pêwîste di vê rewşê de dora duyem ya dengdanê bê encamdan.

Berî destpêkirina dora duyem a dengdanê, hevrika Fûad Mehsûm, Henan Fetlawî xwe ji hevrikiyê vekişand.


Lewma Serokê Parlementoya Iraqê, Selîm Cibûrî ragihand ku dê hevrikî di navbera Fûad Meshûm û hevrikê sêyem de birêve biçe, lê hevrikê sêyem jî xwe vekişand, herwiha hevrikê pêncem jî xwe vekişand, lewma hevrikî di navbera Fûad Mehsûm û hevrikê pêncem, Hesen Mûsawî de birêve çû.

Piştî dengdanê û hejmartin û veqetandina dengan, Fûad Mehsûm bi piraniya 211 dengan serkeftin bidest xist.


Bi vê yekê namzedê Kurdan Fûad Mehsûm bi piraniya 211 dengan, ji aliyê Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî ve wek serokomarê nû yê Iraqê hat ragihandin.

Fûad Mehsûm kî ye?

Di sala 1938an de li bajarê Koye li Başûrê Kurdistan jidayik bû.
Sala 1958an diçe Qahîre û li zanîngeha Ezher dest bi xwendina zanistên Islamî dike.
Heya temenê wî dibe 18 sal li dibistanên olî li Kurdistan dixwîne.
Sala 1964an dibe endamê Partî Demokratî Kurdistan.
Sala 1968an li zanîngeha Besra dibe mamoste.
Sala 1973an li Qahîre dibe nûnerê Barzanî û Şoreşa Kurdistan.
Sala 1976an dibe yek ji damezrênerên Yekîtî Niştimanî ya Kurdistan.
Heya sala 1992an sikirtêrê giştî ê Yekîtiya Şoreşgeran bû.
Sala 1992an dibe serokê yekemîn kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Sala 2004an piştî herifandina rejîma Seddam dibe yekemîn serokê Parlamentoya demkî yê Iraq.
Ji sala 2005an ve endamê Parlamentoya Iraq e.
Ji bo du doran serokê firakisyona Hevpeymana Kurdistanî bû di Parlamentoya Iraq de.
Li gel Rûnak Ebdilwahid zewicî û 5 keçên wî hene.
Mam Celal hertim ew wek yek ji herî serkirdeyên rewşenbîr di nav Yekîtî de dîtiye û gelek caran pişta xwe bi wî girê daye.

Rudaw
Top