• Saturday, 14 February 2026
logo

YPGê gundê Çiluxlî kontrol kir

YPGê gundê Çiluxlî kontrol kir
Rewangiha Mafên Mirovan li Sûriyê ragihand ku hêzên Yekîneyên Parastina Gel YPGê gundê Çiluxlî li rojavayê Kobanî kontrol kirin.

Rewangihê diyar kir ku piştî şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên YPGê û çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê DAIŞ de, şervanên YPGê gundê navborî ji jêr destê DAIŞê derxistin.

Derbarê zer û ziyanên giyanî yên şer û pevçûnan de, Rewangiha Mafên Mirovan ti amar ne dan.

Ev nêzîka mehegê ye ku gundên rojavayê Herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê rastî êrîşên çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê DAIŞ tên.

Di encama van êrîşên DAIŞê de, çend gundên kurd ên li rojavayê Herêma Kobanî ketibûn jêr kontrola Rêxistina tundrew de.

Rudaw
Top