• Saturday, 14 February 2026
logo

Fu`ad Me`sum kandîdê Kurd e ji bo postê Serokê Komara Iraqê

Fu`ad Me`sum kandîdê Kurd e ji bo postê Serokê Komara Iraqê
Şeva derbasbûyî lîsten Kurdistanî li bajêrê Baxdadê Fu`ad Me`sum wekî kandîdê Kurd ji bo postê serokê komara Iraqê diyarkirin.

Di evê bareyê de, endama encûmena nûnerên Iraqê Emîre Ebdulkerîm a ku ser bi lîsten Kurdistanî ve ye ji PNA re ragihand, ku Kurdan 65 endam di Encûmena Nûnerên Iraqê de hene, belê 55 parliyamenteran beşdarî di kombûna lîsten Kurdistanî de kirin û di dengdaneka navxweyî de, Fu`ad Me`sum 30 deng bidest xist û Berhem Salih jî 23 deng bidest xist û du deng jî hatin pûçkirin û Fu`ad Me`sum wekî kandîdê Kurd ji bo postê serokê komara Iraqê hat diyarkirin.


Weha jî da zanîn, ku heta niha Necmedîn Kerîm nevekişiya ye, belê lîsten Kurdistanî xwe yekalî kirine û dibêjin, ku Necmedîn Kerîm bi tu awayî nuneratîya Kurd nake ji bo evê posta han.

Top