Parlemana Kurdistanê proje yasaya referandûm û komisyona hilbijartinan a Kurdistanê pesend kir
Li gor nûçeya tora medyayîya Rûdawê, di destpêkê de proje yasa ji 19 madeyan pêk dihat, lê li ser daxwaza parlementerê PDK Firset Sofî, madeyek din lê hat zêde kirin ku ew jî derbarê diyarkirina dema damezranidna komisyona hilbijartinan bû, ku pêwîste di çarçoveya 90 rojî de bê pêkanîn.
Komisyona hilbijartinan dê ji 9 endaman pêk bê û dê li gor rêkeftina aliyên siyasî ew endam werin diyarkirin, herwiha dê ew komisyon serpiriştiya her referandûm û hilbijartinekê li Başûrê Kurdistanê bike.
Parlementerê PDK Merdan Xidir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Proje yasa bi piraniya dengê parlementeran hat pesend kirin, tevî ku berî lihev kirin di navbera aliyan de li ser vê yekê hatibû kirin, lê ev 2 roj bûn ku gotûbêj li ser di hat kirin û civîna serokên fraksiyonan derbarê hûrgilî û desthilatên komisyonê berdewam bû.”
Herwiha Merdan Xidir da zanîn ku: “Girîngiya komisyonê di wê yekê de ye ku êdî çavlirêy komisyona hilbijartinan a Bexdayê nakin heta ku dema hilbijartinên me diyar bikin yan bibêje derfet û dema wan nîne.”
Derbarê desthilata komisyonê de jî, wî parlemnterê PDK wiha got: “Di yasayê de navê Herêma Kurdistanênehatiye bikar anîn, lê Kurdistanê Iraqê me bikar aniye de desthilata wê hebe referandûmê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê encam bide.”
