• Saturday, 14 February 2026
logo

Hikûmeta herêma Kurdistanê sipsiay alîkariyên Îmaratê kir

Hikûmeta herêma Kurdistanê sipsiay alîkariyên Îmaratê kir
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê pêşwazî li Raşid Elmesûrî konsulê giştiyê Îmaratê li herêma Kurdistanê kir û ji bo wê alîkariya Îmaratê pêşkerşî penabaran kirî sipasiya hikûmeta Îmaratê kir.

Di dîdarekê de ku,duh (23.07.2014) li bajarê Hewlêrê hat saz kirin, rewşa penaberên surî û penaber û koçberên navxweyîya Îraqê li kampên herêma Kurdistanê gotûbêj kir û ji bona di hewarhatin û pêşkeşkirina alîkariyan bo penaber û koçberan, serokwezîrê herêma Kurdistanê bi navê hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya Îmaratê kir. Barzanî, bi taybetî, rola Heyva Sor a îmaratî di warê encamdna çend pirojeyên xêrxwazî bo penaberan, bilind nirxand.

Serokwezîr careke din di axaftina xwe de tekîd kir ku, penaber û koçberên li herêma Kurdistanê hene pêwîstî bi hevkarî û alîkariyên Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî heye û hêvî kir ku, hemû aliyên din, weke Îmratê bikin û di hewara penaber û koçberan de bên û alîkariya wan bikin û hvekariya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin daku bikaribe weke pêwîst xizmeta penaber û koçberan bike.

Têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Mîrgehên Yekgirtiyên Erebî (Îmarat) di civînê de hatin behis kirin û tekîd li ser xurtkirin û zêdetir pêşxistina têkeliyên di warê bazirganî û sermayerazandinê de hat kirin.

Top