• Saturday, 14 February 2026
logo

Tê pêşbînî kirin ku rojane 2 milyon bermîl petrol were berhemanîn

Tê pêşbînî kirin ku rojane 2 milyon bermîl petrol were berhemanîn
Li gor medya cîhanî, serweta petrolê ya Herêma Kurdistanê digihe 45 milyar bermîl û di Konferansa Enerjiyê ya sala 2012’an de jî şirketên petrolê yên cîhanê ji vê rêjeya petrolê man ecêbmayî.

Li gor raporta Navenda Navdewletî ya Aştiyê (IPSC), petrola yedek a Herêma Kurdistanê bi qasî petrola yedek a Lîbyayê ye û yedeka gaza xwezayî ya Kurdistanê jî bi qasî gaza xwezayî ya Kazakîstanê ye.

Li gor pisporên warê petrolê, kêlgeha petrolê ya Şêxan yek ji mezintirîn kêlgehên petrolê yên cîhanê ye. Berpirsên petrola İraqê jî dibêjin ku petrola yedek a İraqê 150 milyar bermîl e û ew rêje ji sedî 11’ê petrola yedek a cîhanê ye, herwiha rêjeya petrola Kurdistanê bi tenê ji sedî 5’ê petrola yedek a cîhanê ye.

Herêma Kurdistanê ji 17 kêlgehan petrolê derdixe. Şirketên wek Exxon Mobil, Shevron, Total a Fransî û Gazprom a Rûsî li Herêma Kurdistanê petrolê berhem tînin ligel gelek şirketên din ên petrolê. Du şirketên petrolê yên mezin ên Tirkiyê jî li Herêma Kurdistanê çalak in. Amerîka ji sedî 19, Hindistan ji sedî 13, Çîn ji sedî 19 kiryarên herî serekî yên petrola İraqê ne.

Eger karekî baş di sektora Herêma Kurdistanê de heta sala 2019’ê bê kirin, rojane 2 milyon bermîl petrol were berhemanîn û her bermîlek jî bi 100 dolarî were firotin, dahata Herêma Kurdistanê digihe 76 milyar dolar ku şeş qatê wê budceyê ye ku İraq dide Herêma Kurdistanê.

Herêma Kurdistanê ji bo bigihe vê armancê astengek li pêşiya wê heye, ew jî nebûna rêya deryayê. Herçiqas İraq li ser kendavê ye, lê ji ber pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê yên li ser petrolê, Herêma Kurdistanê nikare sûdê ji wê rêyê bibîne.

Parlamentoya Kurdistanê sala 2007’ê yasaya petrol û gazê pesend kir. Ji ber nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, Herêma Kurdistanê rêyeke din hilbijart daku petrola xwe bighîne bazarên cîhanê, bi dereceya yekem jî bi rêya Tirkiyê petrola xwe hinarde dike.

Di nav cîranên Herêma Kurdistanê de, Sûriye ji ber şer û nakokiyên siyasî ligel Kurdistanê, nebû xaleke baş. Îran jî ji ber ambargoya aborî ya cîhanê li ser ne zêde baş bû, loma tenê Tirkiye ma. Niha piraniya petrol û gaza Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyê bo bazarên cîhanê tê şandin. Gaza Kurdistanê destpêkê bo Tirkiye û piştre bo Ewropa tê şandin, wate Kurdistan ketiye nav nexşeya cîhanî ya enerjiyê.

Herêma Kurdistanê niha dikare rojane 250 hezar bermîl petrol berhem bîne û li gor daxwiyaniyên berpirsên Herêma Kurdistanê, heta dawiya salê ev rêjeya han digihe 400 hezar bermîl di rojekê de û heta dawiya sala 2015’ê jî digihe 1 milyon bermîl petrol di rojekê de. Herwiha tê texmînkirin ku heta sala 2019’ê Herêma Kurdistanê bikaribe rojane 2 milyon bermîl petrol berhem bîne.

Basnews
Top