• Saturday, 14 February 2026
logo

DAÎŞê 3 pêşmerge dîl girtine

DAÎŞê 3 pêşmerge dîl girtine
Çavkaniyekê ji hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ragihand ku şeva borî çekdarên DAÎŞê 3 pêşmerge li navçeya Badûş a Mûsilê dîl girtin, herwiha pêşmerge ji 3 cihên li wê navçeyê jî paşde kişiyan.

Çavkaniyeke ji nav hêzên pêşmerge ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku “şeva borî di encama şerekî navbera pêşmerge û DAÎŞê li çerxrêya navçeya Badûşê li parêzgeha Neynewayê de, 3 pêşmerge dîl ketin destê DAÎŞê”.

Bi gotina wê çavkaniyê, “hêzên pêşmerge wek taktîkekê, ji 3 cihên xwe li çerxerêya Badûş û kargeha derman a Mûsilê paşde kişiyane”.

Çavkaniyê ku nexwestiye nav bê aşkerekirin, diyar kir ku “ew 3 cih gelekî dûrî sînorê navçeyên di bin kontrola hêzên pêşmerge de ne û zehmete bergirî li wan bê kirin”.

Rudaw
Top