• Saturday, 14 February 2026
logo

Necmedîn Kerîm vedikişe

Necmedîn Kerîm vedikişe
Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Parêzgarê Kerkûkê biryar da ku paşde vekişe û nebe namzetê postê serokkomarê İraqê, ku namzetbûna wî bûbû sedema nerazîbûna aliyên Kurdistanî.

Li gor agahiyên BasNewsê ku ji Bexdayê hatine wergirtin, piştî wêya ku Serokê Fraksyona Bedir li Parlamentoya İraqê û Wezîrê Veguhestinê Hadî Amirî ragehand ku Şîe deng nadin Necmedîn Kerîm û deng didin namzetê fermî yê Hevpeymaniya Kurdistanê, Necmedîn Kerîm biryar da ku vekişe.

Heman çavkaniyan tekez kirin ku biryar e di dahatûyeke gelekî nêzîk de Necmedîn Kerîm derbarê mijarê de beyannameyekê belav bike û helwêsta xwe ji raya giştî ya İraq û Herêma Kurdistanê re eşkere bike.

Basnews
Top