• Saturday, 14 February 2026
logo

Hilbijartina serokomarê Iraqê hat paşxistin

Hilbijartina serokomarê Iraqê hat paşxistin
Îro piştî nîvro, civîna Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokomarê Iraqê destpêkir. Piştî çend deqeyan ji destpêkirina civînê, bi piraniya dengên parlamenteran pirsa hilbijartina serokomar hat paşxistin.

Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, hejmara namzedên serokomariya Iraqê ji 103 kesan daket 25 namzedan.

Berî niha şarezayê yasayî yê iraqî Tariq Herib ragihand ku tedbîrên yasayî ji bo hilbijartina serokomarê Iraqê temem nebûne, lewra got ku îro çarşemê serokomarê Iraqê nayê hilbijartin û dê ev pirs bimîne heta “piştî meha tebaxê”.

Posta serokomarê Iraqê di her du xulên berê de para Kurdan bû, lê heta niha Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ku ew post para wê ye, namzedekî xwe diyar nekiriye û 2 nav pêşkêş kirine ku ew jî Fûad Meisûm û Berhem Salih in.

Rudaw
Top