Keşeyên Mûsilê spasiya Herêma Kurdistanê kirin
Heşt keşeyên bajarê Mûsilê piştî ku xwe gihandin Herêma Kurdistanê û li qezaya Enkawe ya Hewlêrê bicîh bûn civînek lidar xistin û piştre beyannameyek belav kirin. Di beyannameya keşeyên Mûsilê de ku Patrîk Luis Rufaîl Sako serokatiya wan dike û kopiyek ji BasNewsê re hatiye şandin, wiha tê gotin: ‘’Bi hevahengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û nûnerê Mesîhiyên Mûsilê, komîteyek bo serpereştîkirina koçberan hatiye pêkanîn, daku bi vê rêyê baştir hevkariya wan bê kirin û di vê derbarê de sipasiya Herêma Kurdistanê dikin.’‘
Beyannameya keşeyên Mûsilê wiha berdewam dike: ‘’Em wek keşeyên bajarê Mûsilê, bi hemû çîn û tebeqeyên xwe ve li Enkawe ya bajarê Hewlêrê civiyan û bi rastî şok bûn li beramber wan bûyerên li Mûsilê diqewimin ku hevwelatî tenê ji ber sedemên olî tên kuştin û derbiderkirin, evna jî tawaneke dijî hemû mirovayetiyê. Loma em daxwazê ji hikûmeta İraqê dikin ku di zûtirîn dem de silametî û ewlehiya Mesîhiyan û hemû kêmneteweyan biparêze û hevkariya malbatên koçber bike.’‘
Roja îna borî çekdarên DAİŞ’ê daxwaz ji Mesîhiyên bajarê Mûilê kirin ku eger dixwazin li bajêr bimênin divê mercên ‘Dewleta Îslamî’ pêk bînin, wate yan bibin Misilman an jî bacê bidin, eger qebûl jî nekin divê di hundirê 24 saetan de bajêr bicîh bihêlin. Piştî van gefan bi dehan malbatên Mesîhî neçar bûn bajêr bicîh bihêlin û berê xwe bidin Herêma Kurdistanê ku niha yekem cih e ku hevkariya wan dike.
Basnews
