• Saturday, 14 February 2026
logo

Serokê Parlamentoya Kurdistanê pêşwaziya Zana û Onder kir

Serokê Parlamentoya Kurdistanê pêşwaziya Zana û Onder kir
Serokê Parlamentoya Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed Sadiq, pêşwazî li parlamentera serbixwe ya Amedê Lelya Zana û parlamenterê Stenbolê yê HDPê Sirri Sureya Onder kir.

Leyla Zana û Sirri Sureya Onder ku duh gihîştin Başûrê Kurdistanê, duh li Parlamentoya Kurdistanê bi serokê parlamentoyê Dr. Yûsif Mihemed Sadiq û alîkar û sekreterê parlamentoya Kurdistanê re hevdîtin pêk anî.

Di destpêka civînê de Leyla Zana got, ez bi vê serbilind im ku serdana parlamentoya Kurdistanê dikim û serokekî genc pêşwaziya min dike. Min silavên serok Ocalan ji parlamentoya Kurdistanê re aniye û kurdên her 4 perçeyên Kurdistanê hêviyeke mezin bi parlamentoya we heye.

Hat gotin, Sirri Sureya Onder jî kêfxweşiya ji serdana Parlamentoya Kurdistanê anî ziman û got, divê kurd hemû bi hev re kar bikin. Girîng nîne kîjan perçeyê Kurdistanê be girîng ew e ku dilê me bi hev re be. Em her dem serkeftina we dixwazin û hêvîdar im armanca we xizmeta gelê kurd û avakirina dewleta kurdî be.

Li gorî daxuyaniya Parlamentoya Kurdistanê, Dr. Yûsif Mihemed di civînê de got, em bi xebatên hêja yên kurdên Bakûr serbilind in û ji bona bidestxistina mafên kurdên Bakûr çi ji destê me were emê bikin ji ber ku parlamentoya Kurdistanê milkê hemû kurdên cîhanê ye.


Leyla Zana û Sirri Sureya Onder ji bona gihandina peyama Ocalan bo Barzanî û Talebanî serdana Herêma Kurdistanê kirine.

Rudaw
Top