• Saturday, 14 February 2026
logo

Hikûmeta Tirkiyê dest bi operasyona li dijî Cemaetê kir

Hikûmeta Tirkiyê dest bi operasyona li dijî Cemaetê kir
Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand ku dê hikûmet dest bi operasyoneke berfereh bike li dijî wan kesên girêdayî Cemaeta Fethullah Gulen ku operasyona 17ê Kanûna borî li dijî hikûmetê pêk anî bûn.

Receb Teyib Erdogan duh, 21ê Tîrmehê, di hevpeyvînek televîzyonî de lige televîzyona A.tv ragihan ku dê hiukûmeta wî dest bi operasyoneke berfereh bike li dijî wan kesên girêdayî Cemaeta Fethullah Gulen ku operasyona 17ê Kanûna borî li dijî hikûmetê pêk anî bûn.

Herwiha Erdogan diyar kir ku dê desthilata darezandinê di wê doseyê de bide dadgeha lihevkrina cezayî “Sulh a cezayî”.

Piştî axaftina Erdogan û di heman şevê de li ser fermana serdozgeriya bajarê Stenbolê, di seatên derneg ên şevê de li Stenbol û 22 navçeyan bi hevre operasyoneke mezin, ku li dijî 200 rêveber, berpirsên û endamên ewlekarî û beşa Tekoşîna li dijî Terorê ya ewlekariyê destpêkir ku tê de malên wan hetin teftîş kirin, û heta niha hijmara kesên ku hatine binçavkirin gihîştiye 55 kesan.

Ev operesyona hikûmetê bi navê opersyona li dijî Cemeat û dewleta parelelê hat detspêkirin, di nav kesên girtî de, rêveberê beşa Tekoşîna li dijî terorê ya Stenbolê Omer Kose heye ku wî berê rêveberiya opersyonên bi navê Balyoz û KCKê kiriye, herwiha berpirsê hêzên ewlekariya bajarê Stenbolê Yurt Atayun jî di nav kesên hatine binçavkirin de ye.

Kesên hatine binçavkirin di bin tawana ku wan sîxorî, guhdarkirina ne qanûnî, bikaranîna belgeyên sexte, têkbirina nehêniya mirovan, têkbirina nehêniya lêkolîn û lêpirsînan, çêkirin û wandakirina belgehan, bikaranîna desthilta dewletê bi awayek xirab û bi hewldana derbeyêkê li dijî hikûmeta Tirkiyê kirine.

Li gor gelek çavdêran di dîroka Tirkiyê ya nîzîk de, ev yekem operasyone ku di meha Remezanê de û bi vê mezinbûnê tê kirin û diyare ku wê pêlên vê operasyonê ne tenê li bajarê Stenbolê be lê li piraniya bajarên Tirkiyê belav bibe, û eger heye ku hîn bi sedan kesên din jî bên binçav kirin û girtin.

Rudaw
Top