• Saturday, 14 February 2026
logo

DAIŞê gef li Kurdên Mûsilê jî xwar

DAIŞê gef li Kurdên Mûsilê jî xwar
Grûpa terorîstîya Dewleta Îslamîya li Iraq û Şamê (DAIŞ) ku niha navê xwe piştî guhetinê kiriye Dewleta Îslamî, piştî ku gef li mesîhîyên Mûsilê kir, evê carê gef li Kurdên akincîyê evî bajarê xwarin ku gerek bajar bi cih bihêlin.

Berpirsê nivîsîngeha ragihandina liqa 14 a Partîya Demokrata Kurdistanê li Mûsilê Seîd Memozînî ji PNA re ragihand, ku piştî gefa DAIŞê lid ijî welatîyên mesîhîyên akincîyê parêzgeha Mûsilê, îro heman senariyo bo Kurdên Mûsilê jî dubare bû û DAIŞê bi nameyan hişyarî daye 100 malabtên Kurd ku gerek bajarê Mûsilê bi cih bihîlin û eger bi cih nehêlin, dê rûbirûyê mirinê bibin.

Seîd Memozînî got:´´ çekdarên DAIŞê li parêzgeha Mûsilê bi çavê kafir û xodê nenas berê xwe dide Kurdan, ji ber wê yekê jî zû bi zû êrişî ser mal û mulkên wan dike û tiştên wan talan dike û bi hinceta ku Pêşmerge hêza Kurde, dijî xelkên sivîlên Kurd şer dike.´´

Memozînî di berdewamîya axavtina xwe de got, ku hejmarek malbatên Kurd malên xwe li bajarê Mûsilê bi cih hêlane û berê xwe dane Herêma Kurdistanê. Memozînî tekez kir ku Kurdên ku aware bûne ji wan re gotine ku DAIŞ ji wan re gotiye ku hûn Kurdin û Kurd xodê nenasin û ew parêzgehe erdê wîlayeta Îslamî ye û nabe ku hûn tê de bijîn û her kesek jî eger neçe û bimîne, dê xwe berpirsyarê canê xwe be.

Berpirsê ragihandina liqa 14 a PDKê li Mûsilê herwiha da xuyakirin, ku her îro li taxa Şehwe ya Mûsilê, du welatîyên Turkmanî yên Şîe mezheb bi anvên Ebas Fazil û Hesen Necîb ji alîyê çekdarên DAIŞ ve hatine revandin û niha çarenivîsa wan nediyare.

Herwisa aşkira jî kir, ku her îro DAIŞê serokatîya zanîngeha Mûsilê agehdar kiriye ku li gel destpêka dewama zankoyê nabe xwandekar bo her du kolêjên hûnerên ciwan û qanûn bihên wergirtin û her du beş daxistine.

DAIŞê çend roj berî niha gef li mesîhîyên parêzgeha Mûsilê xwaribû û muheta çend rojan ji bo wan diyar kiribû, ku yan gerek dînê xwe biguherin û bibin musmulman, yan gerek cezîyê bidin yan jî rûbirûyê kuştinê bibin û yan jî li bajar derkevin.
Top