• Saturday, 14 February 2026
logo

Ocalan: Divê heta dawiyê li dijî DAIŞ û yên pişta wê digirin şer bê kirin

Ocalan: Divê heta dawiyê li dijî DAIŞ û yên pişta wê digirin şer bê kirin
Birayê rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan, Mihemed Ocalan ragihand ku Ocalan gotiye, divê heta dawiyê li dijî rêxistina bi navê DAIŞê şer bê kirin û hêzên ku pişta DAIŞê jî digirin dê berdêla wê yekê bidin.

Birayê Ocalan, Mihemed Ocalan û xizmên girtiyên ku li girtîgeha Îmraliyê de dimînin, îro çûn dîtina girtiyên xwe.

Di vegerê de, Mihemed Ocalan bersiva pirsên rojnamevanan da û ragihand, wan tenê karîne nîv saetê hevdû bimînin û got, madem dewletê rêberê PKKê xistiye wê girtîgehê divê mafên wî jî bê dayîn ji ber ku astengkirina hevdîtina malbatê bi Ocalan re ne li gorî hiqûqê ye û ne jî li gorî mirovahiyê.

Mihemed Ocalan da zanîn ku di hevdîtinê de Ocalan behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê û êrişên rêxistina DAIŞê li dijî kurdên wê derê kiriye û gotiye, divê heta dawiyê li dijî DAIŞê û yên pişta DAIŞê digirin, şer bê kirin.

Birayê Ocalan her wiha ragihand, rêberê PKKê gotiye hêzên ku pişta DAIŞê digirin dê berdêla wê bidin.

Rojnamevanan ji Mihemed Ocalan pirsîn, gelo di hevdîtinê de qet behsa hilbijartinên serokomariya Tirkiyê hatiye kirin yan na, di bersivê de Ocalan got, li ser vê mijarê tiştek nehat gotin.

Mihemed Ocalan da zanîn ku Ocalan daxwaz kiriye êdî parêzerên wî ku ji Tîrmeha 2011an ve nikarin herin dîtina wî, bikarin serdana wî bikin.

Tê zanîn, PKK û partiyên nêzîkî wê yên li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê bi taybet HDP û PYD Tirkiyê bi piştgirîkirina DAIŞê tohmetbar dikin.

Ev demek dirêj e li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê şerekî giran di navbera YPG û DAIŞê de didome.

Rudaw
Top