Dê Mesûd Barzanî, Newşîrwan Mistefa û Nêçîrvan Barzanî serdana Telebanî bikin
Duh, 21ê Tîrmehê, medyaya Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê diyar kir, ku dê roja 22ê Tîrmehê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Berpirsê Giştî yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa serdana Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNK mam Celal bikin. Roja Duşemê, endamên polîtburoya YNK, piştî salek û heft mehan serdana Celal Telebanî kiribûn ku roja Şemiyê ji Almanya vegeriya bû Başûrê Kurdistanê. Piştî wê civînê jî medyaya heman partiyê yekem car vîdyoya vegera Telebanî parve kiribû.
Rûdaw
