Li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê pevçûn: 2 leşker mirin
Li navçeya Rihayê (Urfa), Serêkaniyê (Ceylanpinar) di navber komeke çekdar, ku hewl didan sînorî derbas bikin û leşkeran de pevçûn derket. Di encama pevçûnê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest da û leşkerek jî birîndar bû.
Waliyê Rihayê Izzettin Kuçuk, di daxuyaniya piştî bûyerê de ragihandibû ku; “Li ser sînorê Sûriyê komên çekdar hewl didin ji Resûlaynê derbasî Serêkaniyê (Ceylanpinar) bibin. Wextê ku haya leşkeran ji vê yekê çêdibe, pevçûn derdikeve.”
Kuçuk got piştî pevçûnê, komên çekdar dîsa vegeran Sûriyê .
Herwiha ragihand ku ew lêdikolin ku bizanibin çima komên çekdar hewl didin sînorî derbas bikin û wiha dewam kir: “Em dizanin ku ew kesên çekdar in. Em lêdikolin ku pê bizanin armanca wan yan derbasbûniya sînorî.”
Serokatiya Fermandariya Tirkiyeyê ragihand ku di bûyerê 2 eskeran jiyana xwe ji dest daye û leşkerek jî birîndar bûye.
Wekû tê zanîn, hejmara kesên ku ji Sûriyê direvin û tên Tirkiyê bi sed hezaran tê îfade kirin.
Sala borî topbaranên li Resûlayn a li pêşberî Serêkaniyê (Ceylanpinar) çêbûyîn, bûbû sedema mirina çend sivîlan.
Bajarên; Riha, Mêrdîn, Şirnex, Kilis, Dîlok (Antep) û Hatay li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê cih digirin.
Rudaw
