Parlemana Kurdistanê pêş cejna Remezanê dê proje qanûna Desteya Hilbijartinan û Refrandumê pesend bike
Muhemed Elî peyvdarê fraksiyona PDKê di parlemana Kurdistanê de di bêjedanekê de ji Xendanê re got:´´ îro di kombûna fraksiyonan de cure rêkevtinek hatiye kirin li ser pesendkirina du proje qanûnan di evê hefteyê de.´´
Peyvdarê fraksiyona PDKê herwiha ragihandiye:´´ di kombûnê de rêkevtin hate kirin li ser pesendkirin aher du proje qanûnên Desteya Bilinda Serbixweya Hilbijartinan û Refrandumê li Herêma Kurdistanê û bûdceya partîyên siaysî.´´
Muhemed Elî tekez jî kir, ku eger bi evî awayî be, berî hatina cejna Remezanê ew her du proje qanûn dihên pesendkirin.
