Erdogan: Birayên min ên Kurd ji min hez dikin
Erdogan di weşana televîzyonên Atv û A Haberê ya hevpar de pirsên rojnamevanan bersivand.
Erdogan dibêje gavên me derbarê pirsgirêka kurd de avêtîn, ji aliyên kurdan ve hat famkirin, lê belê ji aliyê nivîskarên rojnameyan ve nehat famkirin. Û wiha got:
“Çima hûn hê jî fam nakin? Hema li lêkolînên xwe yên bi raya giştî re hatî çêkirin binêrin. Li van deran xwegirtina AK Partiyê çiye, jê hezkirina Erdogan di çi rewşê de ye? Jixwe li van binêrin, dê wê bibînin. Birayên min ên kurd ji min û partiya min hez dikin. Li gel me muhebeta wan cuda ye. Çimkî em bi derdên wan re bûn hemhal.”
Erdogan, vekişîna Amerîkayê ya ji Iraqê bibîranî anî û derbarê Rojhilata Navîn de ev tişt gotin:
“Min li gel cihgirê serokê Amerîkayê Joe Biden, gelek caran hevdîtin pêk anî. Binêrin, Serokwezîrê Iraqê Malikî, karî di destê xwe de digire. Lê belê niha, tenê derûdoreke Malikî ya teng heye, ji xeynî wan hemû kes dixwaze ew bê guhartin.”
Li ser gotina “Malikî, ew kes e ku ji aliyê Amerîkayê ve hatiye” Erdogan got: “Niha ew jî dixwaze bê guhartin, rewş hat wê astê.”
Li ser pirsa derbarê serdegirtina konsolosxaneya Mûsil ya Tirkiyê û dîlgirtina karmendên dîplomat de Erdogan got ew li ser vê meseleyê gelekî “xesas” dimeşin.
Herwiha Erdogan ragihand ku ew li ser mijara Iraq û Sûriyê bi cihgirê serokê Amerîkayê Joe Biden re her gav peywendîdar in.
Rudaw
