Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Li vir da bi hemû aliyek radigihînîn ku ev nûçeya dirustkirî ji rastiyê dûre û birêz Serokê Herêmê bi tu awayekî serdana Îranê nekiriye û siyaseta Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî jî ya di derbarê qeyrana Iraq û mafê çarenûsa gelê Kurdistanê de rûn û eşkereye ku gelê Kurdistanê ji bo diyarkirina çarenûsa xwe muhletê ji tu kesekî wernagrê û peywîst bi qeyrana Iraqê jî, Herêma Kurdistanê li gel ewe daye yarmetiya xuşk û birayên Şî'e û Sûnne bide bo ku proseya siyasiya Iraqê ser bigrê û li heman demî de kar ji bo rêwşuwênên siyasî û yasayiyan û piyadekirina mafê biryardana çarenûsa gelê Kurdistanê dike.
Dr. Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
22.07.2014
