Ji şeva borî ve hatin û çûn li Colemêrgê qedexe ye
Parêzgarê bajarê Colemêrgê fermana qedexe kirina çûn û hatinê li bajar da û ew ferman dê heta derçûna fermanek din kar pê bê kirin ew jî bo çareserkirina aloziya di navber du eşîretan de derketiye.
Duh, 20.07.2014, şer di navbera du eşîretan de li Celmêrgê derket û di encam de kesekî jiyana xwe jidest da û yekî din jî birîndar ket.
Ev biryara parêzgar bo mebestê rêgirî li mezinbûna bûyerê tê, lewma nîvê şeva borî biryara qedexekirina hatin û çûnê da.
Heta dema amadekirina vê nûçeyê ti biryarek berovajî qedexe kirina hatin û çûnê derneketiye.
Rudaw
