• Saturday, 14 February 2026
logo

Dewleta Qanûnê kesekî din li şûna Malikî ji bo postê serokê wezîran kandîd dike

Dewleta Qanûnê kesekî din li şûna Malikî ji bo postê serokê wezîran kandîd dike
Fraksiyona Muwatin ragihand, ku Dewleta Qanûnê razîbûna xwe li ser diyarkirina kesekî din li şûna Malikî ji bo postê serokê encûmena wezîrên Iraqê, daye nîşandan.

Di evê bareyê de, endamê fraksiyona Muwatin di encûmena nûnerên Iraqê de Selîm Şewqî di daxuyanîyekî de ragihand, ku Malikî razîbûna xwe daye nîşandan, ku keskî din di nava Dewleta Qanûnê de, bibe serokê encûmena nûnerên Iraqê.


Weha jî da zanîn, ku Dewleta Qanûnê du kesên din ji bo postê serokê encûmena nûnerên Iraqê kandîd kiriye.


Weha jî da xuyakirin, ku dibe Dewleta Qanûnê berî rûniştina roja çarşembiya bihê ya encûmena nûnerên Iraqê, kandîdê xwe yê ji bo postê serokê encûmena nûnerên Iraqê pêşkêş bike.

Top