Hemû Kiristiyanên Mûsilê hatine Herêma Kurdistanê
Di evê bareyê de, rêvebirê ragihandina wezareta Ewqaf û kar û barên Olî ya hukûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ku roja îneya derbasbûyî çekdarên DAIŞ daxwaz ji Kiristiyanên bajêrê Mûsilê kirin, ku yan bibin Musilman yan jî divê malên xwe bihêlin.
Weha jî da zanîn, ku Kiristiyanan biryar da ku malên xwe bihêlin û niha jî hemû hatine Herêma Kurdistanê. Got jî: hejmara wan 250 xêzan in û li derdora bajêrê Mûsilê û bajêrê Duhokê û Hewlêrê hatine akincîkirin.
