Erdogan 2 pêşaniyên xwe diyar kir: Pêvajoya aşitiyê û dewleta paralel
Erdogan duhî di piştî vegera xwe ya mîtînga Orduyê pirsên rêvebirên giştî yên rojnameyan bersivand. Nivîskarê rojnameya Milliyetê Fîkret Bîla di nivîsa xwe ya îro de cih da van pirs û bersivan.
Erdogan li ser pirsa; “dora yekem ya hilbijartinan a di 10ê Tebaxê de ji bo we weke formalîteyê ye?” wiha bersiv da: “Eger em li zimanê medyayê binêrin, wisa xuya ye. Li gorî anketên jî raya giştî 55-56% dengan bistînin.”
Pirsa; “Serokê giştî yê CHPê Kiliçdaroglu xwest nîşana ku we ji Komîteya Cihûyên Amerîkayê wergirtî, piştî êrişa Îsraîlê li Xezeyê hûn îade bikin. Fikrek ya we ya wisa heye?” jî Erdogan wiha bersivand:
“Nîşana cihûyan a min standî ketiye devê wan de. Ew nîşan yên min di salên serokwezîrya xwe ya pêşîn de standîne. Baş e, lê wî demî navbera me û Îsraîlê ne wisa bû. Herwiha, têkiliyên Îsraîl û Filistînê jî ne wisa bûn. Piştî wê çi çêbû? Bûyera Mavî Marmarayê û qetlîama Îsraîlê ya li Xezeyê. Ma min ew nîşan weke xelatekê, bertîlekê stand û bêdeng mam? Na! Gelo mirov di navbera bûyerên îro û dayîna nîşana wê rojê de peywendiyekê çêbike û nîşanê îade bike çi qas rast e?”
Erdogan derbarê dîlgirtina konsolosê Tirkiyê yê Mûsilê ku ji aliyê DAÎŞê ve hatî revandin de wiha got: “Em niha xebatek xesas birêve dibin, di şopînin. Em hewl didin ku sax û silamet vegerin malên xwe.”
Rudaw
