Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê derxistina xuşk û birayên Mesîhî ji Musil
Em weku Serokayetiya Herêma Kurdistanê vê karê terorîstiyê nemirovane bi tundî şermezar dikin û hevsozî û hevxemiya xwe jî ji bo wan xuşk û birayan derdibrîn û amadehiya Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşwazî û yarmetîdan û parastina wan radigihînîn.
Daxwaz ji civaka navdewletî jî dikin her çi zûtire hevkariyê pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin heta bi awayeke lez û hêja bikarîn hevkariyê lêqewimiyan bikîn û xem û azarên wan kêm bikîn.
Dr Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
19/7/2014
