• Saturday, 14 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqa Federal kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqa Federal kir
Duh şemî 19.07.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Selîm El Cibûrî Serokê nû yê hilbijartiyê Encûmena Nûnerên Iraqê û şandekî li gel kir.

Di hevdîtinê de Serokê Encûmena Nûnerên Iraqa Federal spas û xweşhaliya xwe ji bo rexsandina vê hevdîtinê nîşan da û bi navê xwe û şanda mîhvan ji bo yarmetîdan û hewandina koçberên Musil, Selahedîn, Enbar û cihên dinê Iraqê spasiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û balkişand li ser wê yekê ku ji bilî rewşa sexta emnî û ew hejmara zêdeya koçberan ku xwe spartine Herêma Kurdistanê, lê belê ew yarmetiya ku we pêşkêşî wan kiriye cihê spas û pêzanîne. Di derbarê proseya siyasî û hilbijartina desteya Serokayetiya Encûmena Nûnerên Iraqê jî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqa Federal hêvî xwest ku qonaxa pêş ya proseya siyasî qonaxa hevkariya kutleyan û derbasbûna kêşeyan bê, her çende proseyekî hêsan nabê û hewla hemû aliyekî jî pêwîste. Li dirêjahiya vê civînê de şanda mîhvan behsa kêşe û giriftên wê xelkê bêtawan ya navçeyên Musil û Selahedînê kir ku li bin tehdîda çekdarên terorîstandane û her wiha tehdîda operasyonên serbaziyên hikûmeta Iraqê dane û spasiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî kir ku rê bi pêşdeçûna terorîstan ya parêzgeha Kerkûkê û hinek navçeyên parêzgeha Musilê girtine û hêvî jî xwest rewşa asayîşa wan navçeyan û pêkvejiyan û hevdû qebûlkirina pêkhatan pêşketîtir bibe.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û pîrozbahiyê li Serokê nû yê Encûmena Nûnerên Iraqê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî û desteya Serokayetiya Encûmena Nûneran xwest. Serok Barzanî di derbarê hatina koçberan de balkişand li ser wê yekê ku her çende îmkaniyata Herêma Kurdistanê sînordare û rêjeya penaberan jî geleke lê belê yarmetîdana penaberan bi erkekî mirovî ya xwe dizanîn û li hemû rewşek de dergeh li rûyê koçberan de vekiriye û eve jî behs kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên navdewletî li peywendiyeke berdewam daye bo ku bi awayeke baştir yarmetiya koçberan bidin û di derbarê îcraata emnî ya wergirtina koçberan Serok Barzanî ragihand ku hebûna îcraatî emnî ji bo parastina jiyana hemwelatiyan û koçberan bi xwe ye ku xwe spartine Herêma Kurdistanê. Di derbarê Kerkûk û navçeyên Kurdistaniyên derveya îdareya Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ewlewiyeta me parastina asayîşa van navçayane û bi bê cûdahî jî erkê parastina hemû pêkhatan li ser şanê hêza Pêşmergeye. Di derbarê proseya siyasiya Iraqê jî Serok Barzanî ragihand ku ji bo serketina proseyê tenê guherîna dem û çavan ne girînge belku pêwîste nehc û tefkîra siyasiya desthilatdaran jî biguhere.

Axaftina di derbarê berbijêrê posta Serok Komar û Serokê Encûmena Wezîrên Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.


Top