Serokê Herêma Kurdistanê li gel Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran civiya
Li kombûnê da rewşa siyasî û emnî ya Iraqê nirxandin û li ser pêşhatên dawî ya proseya siyasî û hilbijartina Desteya Serokayetiya Encûmena Nûneran û sedemên wê yên li ber pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê guftûgo kirin.
Axaftina di derbarê berbijêrê Kurdistanê ya ji bo Serokatiya Komara Iraqê û rewşa siyasî û serbazî û aboriya Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê civînê bû.
