Nêçîrvan Barzanî vegera Celel Talebanî li gelê Kurdistanê pîroz dike
Ev li jêr teksta peyama serokwezîr
Bi navê Xwedayê mezin û mîhreban
Gelek sipasiya Xwedayê mezin dikin ku, cenabê mam Celal, Kurdistan û xelkê Kurdistanê bi hev şad kirin, hewesa sipasiya welatê Alemnaiyaya dost û hemû tîma pizîjkên wî dikim ku, di dema borî de ji bo îlackirina wî zehmet dîtine. Her bi vê minasibetê ji dil kêfxweşiya xwe diyar dikim û bi germî bi xêrhatinê lê dikim û pîrozbahiyê li hemû gelê Kurdistanê dikim.
Serok Mam Celal roleke serokatîkirinê a giring di jiyana siyasî û şoreşa Kurdistan û Îraqê de hebû, di dijwartirîn rewş de xweragiritiye û bergirî li mafên gelê xwe kiriye, herwesa li serdema xebata li çiya û siyaî di dîroka siyasiya nû de xwedî cîyek gelek giring bûye.
Piştî serhildanê jî digel serok Mesûd Barzanî roleke gelek giring di çespandina tecrûbeya demokratîk a gelê Kurdistanê û dabînkirina siyaseta piralî û dirustkirina jiyana parlemantoyî li Kurdistanê lîstiye. Nexweşketin û dûrketina wî ji Kurdistan û Îraqê, gelek bi zelalî di jiyana siyasî û hukimdariya Îraqê diyar bû, çunkî wî roleke dîrokî hebû û roja vegera wî jî bo welêt ji bo gelê Kurdistanê rojeke dîrokî ye.
Careke din bi navê hikûmeta herêma Kurdistanê û bi navê xwe, bi germî xêrhatinê lê dikim û pîrozbahiyê li hemû gelê Kurdistanê dikim, daxwaza selamtî û temendirêjiyê bo dixwaz im û ez di wê baweriyê de me ku, hatina wî ji bo gelê Kurdistanê dê xêr û xweşî be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
19.07.2014
