Melayekî Kurd li Xezayê xwedî derket lê Pêşmerge ji bîr kirin
Di vê derbarê de Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarê Olî ya Herêma Kurdistanê Merîwan Neqişbendî agahdarî dan BasNewsê û got: ‘’Gotara wî melayê di nimêşa înê de bû sedema nerazîbûna minêjkeran, ji ber dema dua ji Hemas, xelkê Filistîn, Burma û gelek cihên din re kirine behsa Pêşmergeyan nekiriye.’‘
Neqişbendî got ku bi hîç awayekî wî melayî dua ji wan hemû Pêşmergeyan re nekirine ku niha bi vê germa han û di meha Remezanê de axa Kurdistanê diparêzin û wiha axifî: ‘’Ev helwêsta wî melayî bûye sedema acizî û nerazîbûna nimêjkeran û rasterast ji mela re gotine ku ji niha û şunde qebûl nakin tu tiştekî wiha bikî.’‘
Neqişbendî da zanîn ku hevwelatiyan piştî nimêja înê yekser Wezareta Ewqafê agahdar kirine, navê mela û mizgeftê jî dane û wiha pêde çû: ‘’Eger wezaret li ser vê xemsariya wî melayî bêdeng be, wê demê ew bi xwe rê nadin wan melayan ku careke din gotaran bixwînin û li pêş hevwelatiyan nimêj bikin.’‘
Merîwan Neqişbendî ev helwêsta Misilmanên bajarê Hewlêrê jî wek helwêstekî Kurdana binav kir û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Em hêvîdar in li her cihekî Kurdistanê li mizgeftan xemsarî hebe, hevwelatî melayan agahdar bikin û ligel fermangehên wezaretê bikevin têkiliyê daku lêpirsîn ligel wan melayên xemsar were kirin.
Basnews
