Mam Celal “Demjimêr 4ê piştî nîvro dighe Silêmaniyê”
Ala Talebanî di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê got: “Ji me re hat gotin ku demjimêr 4ê piştî nîvro dê mam Celal bigihe balafirxaneya navdewletî ya Silêmaniyê û li wê de amade bin.”
Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNK Celal Talebanî ji roja 17ê Kanûna sala 2012an ji ber nexweşiya celteya mêjî li nexweşxaneya Charletê ya bajarê Berlînê yê Almanyayê dihat dermankirin û birayre îro, Şemiyê, bigihe Başûrê Kurdistanê.
Di daxuyaniyeke cuda de, endamê serkirdatiya YNK Bêgerd Talebanî ji Rûdawê re diyar kir ku tenê endamên mlabata mam Celal li balafirxaneya Silêmaniyê ne bo pêşwazîkirina wî û ti pêşwaziyeke fermî jê re nayê encamdan.
Rudaw
