• Saturday, 14 February 2026
logo

Barzanî û Newşîrwan Mistefa lihev dicivin

Barzanî û Newşîrwan Mistefa lihev dicivin
Biryare îro, Şemiyê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Berpirsê Giştî yê Tevgera Gorranê, Newşîrwan Mistefa hevdîtinekê pêk bînin.

Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ku ji nava Tevgera Gorranê bidest xistine, îro dê Newşîrwan Mistefa serdana Pîrmamê bike û ligel Mesûd Barzanî bicive.


Rûdawê zanî ku dê naveroka civînê li ser serokomariya Iraqê û kandîdê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo wê postê be.


Ev civîn di demekê de tê ku, biryare îro Mam Celal piştî 19 mehan ji çareseriya pijîşkî li Almanya, vedigere Başûrê Kurdistanê.

Rudaw
Top