• Saturday, 14 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li berprisê bilindê UNCHR kir

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li berprisê bilindê UNCHR kir
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, duhî li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Antoniyo Goterz komisariyê balayê rêxistina karûbarên penaberan a ser bi Neteweyên Yekgirtî ve (UNCHR) kir û di civînekê de serokwezîrê herêma Kurdistanê got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bê cudahî alîkariya penaber û koçberên surî û yên navxweyîya Îraqê yên li herêma Kurdistanê dike.

Goterz di axaftina xwe de sipasiyên rêxistina UNCHR û civaka navdewletî bi hukûmeta herêma Kurdistanê gihand ku, herêma Kurdistanê deriyên xwe ji bo wergirtina penaberên surî û koçberên navxweyîya Îraqê vekirine û aramî û emniyet ji bo wan dabîn kirine û hemû hevkarî û alîkariyên pêwîst pêşkeş kirine. Wî got ku, rêxistina wî û hemû civaka navdewletî vê helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê bi rêz û qedir dinirxîne.

Serokwezîrê Kurdistanê tekîd li ser wê yekê kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bê cudahî hevkarî û alîkariyan pêşkeşî hemû penaberên surî û koçberên navxweyîya Îraqê yên li herêma Kurdistanê dike û di vî warî de xemsariyê nekiriye û nake. Barzanî ew yekî jî got ku, hijmara penaber û koçberan ji îmkanên hikûmetê zêdetir e û divê hikûmeta Îraqê bi dereceya yekem û civaka navdewletî jî di vê pirsê de, di warê hevkarî û alîkarîkirina penaber û koçberan de, bi berpirsiyariya xwe rabin û wezîfeya xwe cîbicî bikin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê di axaftina xwe de îşaret bi wê yekê kir ku, sazî û aliyên peywendîdarên hikûmeta herêma Kurdistanê hevahengiya gelek baş digel rêxistinên navdewletî û rêxistinêna NGO yên navxweyî û cîhanî ji bona bi hev re bikarin bi baştirîn awayî di hemû waran de xizmeta penaber û koçberan bikin û hevkarî û alîkariyan bigihînin xîvetgeh û kampên penaberan li hemû deverên herêma Kurdistanê.
Top