Barzanî nameyek ji Francois Holland re şand
Duh (16.07.2014) Şêwirmedê Karûbarên Derve yê Serokkomarê Fransa Jacques Audibert pêşwazî li Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên kir. Di hevdîtinekê de her du aliyan behsa pêşhatên dawî yên krîza Iraqê piştî girtina Mûsil û Tikrîtê ji aliyê çekdarên DAÎŞ’ê ve, herwiha têkiliyên di navbera Paris û Hewlêrê de kirin. Jacques Audibert di vê hevdîtinê re tekez kir ku Fransa ji xwestek û hêviyên Herêma Kurdistanê fam dike.
Ji aliyê xwe Fuad Husên balkişand ser wê yekê ku ji berê de Kurdan hewla pêkanîna Iraqeke demokratîk û federal û parastî dida, lê niha Iraq parçe bûye û sedema serekî ya vê yekê siyasetên şaş ên Nûrî Malikî û bihêzbûna terorîstan e, vê yekê jî wiha kir ku xelkê Kurdistanê li ser paşeroja peywendiyên xwe bi Iraqê re pirsyar bikin.
Şêwirmedê Karûbarên Derve yê Serokkomarê Fransa Jacques Audibert spasiya Serok Barzanî kir bo şandina nameyekê bo serokê Fransayê û tekez kir ku welatê wî ji rewş û xwesteka Herêma Kurdistanê fam dike û hêvî kir ku têkiliyên Fransa û Herêma Kurdistanê berdewam bin û pêş bikevin.
Basnews
