Li Til Werdê DAÎŞê êrîşî pêşmergeyan kir
Rêvebirê polîsê navçe û gundewarên Kerkûkê, Serhed Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro, Pêncşemê, serê sibê çekdarên DAÎŞê êrîşî Hêzên Pêşmergeyan kirin û wan jî bersiv da. Di pevçûnê de 6 Pêşmerge birîndar bûn, lê ziyanên DAÎŞê heta niha nayên zanîn.
Şeva borî di şer û pevçûnên Til Werdê de 5 çekdarên DAÎŞê hatin kuştin, 21 jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ji ber ku îro 17ê Tîrmehê ye, ango roja salvegera desthilatiya partiya Bae’s ye, niyeta çekdarên DAÎŞê heye ku êrîşên mezintir bikin.
Rudaw
