Necmedîn Kerîm bo posta serokatiya Iraqê xwekandîd kir
Çavkaniyeke agehdar, ku nexwest navê wî bê aşkere kirin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Îro, Çarşemê, parêzgarê Kerkûkê û endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dr. Necmedîn Kerîm C.Vya xwe pêşkêşî serokatiya Parlamentoya Iraqê kir, bi mebesta xwekandîdkirin bo posta serokomarê Iraqê.”
Bo vê mebestê Rûdaw peywendî bo serokatiya Parlamentoya Iraqê re kir, lê ew neamadebûn ti daxuyaniyekê di vê barê de bidin, hevdem Rûdawê xwest peywendiyê bi Dr. Necmedîn Kerîm re kir lê peywendî çênebû.
Cîgirê duyem yê serokê Parlamentoya Iraqê, Aram Şêx Mihemd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro, Çarşemê, deriyê xwekandîdkirin bo posta serokatiya Iraqê vebû bo wan kesên ku dixwazin xwekandîd bikin, herwiha diyar kir ku dê 3 rojan derî bo wê mebestê vekirî bimîne.
Derbarê navê wan kesên ku îro bo posta serokatiya Iraqê kandîd kirine, Şêx Mihemed bêagahiya xwe anî ziman.
Rudaw
